3 partiyên Rojavayê Kurdistanê dibin yek
Endamê Serkirdetiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Silêman Gero ragihand; Îro çarşem di rêwresmekê de Partiya Azadiya Kurdî, Partiya Azadiya Kurdistanê û Rewta Hevgirtina Kurdî hevgirtina xwe eşkere bikin.”
Gero destnîşan kir ku ev biryar ji bo yekxistina nav mala kurdî ye li Rojavayê Kurdistanê û got; “Biryara van her sê partiyan ji bo yekrêziya nav mala kurdan e. Biratî tenê bi gotin nabe, divê bi kirdarî jî em hev bigrin û biratiya xwe biselmînin.”
Rêwresma hevgirtina van partiyan dê îro demjimêr 5:00ê êvarê li Baregaha Yekîtiya Netewî ya Demokratên Kurdistanê (YNDK) li Hewlêrê were lidarxistin.
