• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê encumena Şingalê: Bila Îran pişta hêzên ne qanûnî li Şingalê neke

Gulan Media January 26, 2017 Nûçe
Serokê encumena Şingalê: Bila Îran pişta hêzên ne qanûnî li Şingalê neke
Serokê encumena bajarê Şingalê li hember serdana şanda êzîdî bo Îranê nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew şanda ku çûye Îranê nûnertiya êzîdiyan nake.

Serokê encumena Şingalê Weysî Nayîf ji BasNewsê re li ser serdana şandeka êzîdî bo Îranê axivî û got, em qebûl nakin ji derveyî îradeya encumena Şingalê û rêveberiya bajêr ti şand û kesek bi navê êzîdiyan serdana welatên biyanî bike. Jixwe ew şanda ku çûye Îranê jî nûnertiya êzîdiyan nake.

Li gorî serokê encumena Şingalê, ew êzîdiyên ku tevlî Heşda Şeibî û Hêza Parastina Şingalê (girêdayî PKKê) bûne, nûnertiya êzîdiyan nakin.

Weysî Nayîf gazî Îranê kir ku piştevaniya hêzên ne qanûnî û ne fermî li Şingalê neke û got, dema DAIŞê êrişî Şingalê kir Îranê li ku bû?! Çima nehatin alîkariya xelkê Şingalê bikin?! Xelkê Şingalê zêdetirî salekê bê nan û av bû, wê çaxê Îran li ku bû?!

Basnews
Top