• Sunday, 22 February 2026
logo

Li dijî leşkerên Tirkiyê êriş: 6 kuştî û birîndar

Gulan Media January 26, 2017 Nûçe
Li dijî leşkerên Tirkiyê êriş: 6 kuştî û birîndar
DAIŞê li derdora herêma Babê ya li Sûriyê, li dijî Artêşa Tirkiyê êriş pêk anî û di encama êrişê de, 1 serbazê Tirkiyê hat kuştin û 5 serbazên din ên wî welatî birîndar bûn.

Operasyona Artêşa Tirkiyê ya bi navê Mertala Firatê, di nav axa Sûriyê de berdewam e û hêzên Tirkiyê û çekdarên komên ser bi Artêşa Sûriya Azad ve, ku li milê bakur û rojavayê navçeya Babê bicih bûne, hewl didin, navenda bajarê Babê ji destê DIAŞê derxînin.

Îro çarşemî 25ê Çileya 2017ê, di berdewamiya hewldanên leşkerên Tirkiyê bo girtina Babê de, şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Tirkiyê de derket.

Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê îro li devera Kebir El-Mukrî êrişek li dijî hêzên Artêşa Tirkiyê pêk anîn.

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de, ev êriş piştrast kir û ragihand, ku îro 25ê Çile di saet 17:00an de, li devera Kebir Em-Mukrî ya ser bi Babê ve di navbera leşkerên Tirkiyê û çekdarên DAIŞê şer derketiye.

Li gorî daxuyaniyê, di encama êrişa DAIŞê de, 1 leşkerê Tirkiyê hat kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Çavkaniyekî ser bi Artêşa Tirkiyê ve ragihandiye, ku piştî êrişê, hêzên Artêşa Tirkiyê li ser erdê cihên DAIŞê topbaran kirin û herwiha firokeyên şer ên wî welatî jî ji esman ve navendên çekdarên wê rêxistinê dane ber bombeyan.

Çavkaniyê Artêşa Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, ku leşkerên birîndar ên wî welatî bo wergirtina çareseriyên pizîşkî bo nexweşxaneyên Kilîs û Dîlokê hatine birêkirin.

Rudaw
Top