• Sunday, 22 February 2026
logo

Yildirim: Referandûm dê di meha Nîsanê de be

Gulan Media January 26, 2017 Nûçe
Yildirim: Referandûm dê di meha Nîsanê de be
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ragihand: Dê referandûma guhertina yasaya bîngehîn meha Nîsanê de pêk were.

Yildirim îro digel Serokên Şaxên AK-Partiyê hat ba hev û balê kişand li ser dîroka referandûma guhertina yasaya bingehîn. Yildirim got belko referandûm dê heta 20ê meha Nîsanê pêk were, lê dê biryara teqez a derbarê dîroka referandûmê de Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bide.

Yildirim herwiha da zanîn ku, ew di pêvajoya referandûmê de digel MHPê bangeşeya hevpar nakin. Ew dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re di nav pêwendiyê de bin û bi hev re xebatê bikin.

Piştî ku pêşniyarnameya guhertina yasaya bingehîn ji parlementoya Tirkiyeyê derbas bû û 18 xalên destûrê hat qebûlkirin, tê plankirin ku li Tirkiyê referandûmek were li dar xistin.

K24
Top