• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî serdana mekteb siyasiya YIK kir

Gulan Media January 26, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî serdana mekteb siyasiya YIK kir
Mesrûr Barzanî li gel hijmareke din ji berpirsên PDKê serdana mekteb siyasiya YIK kir.
Duh Mesrûr Barzanî li gel endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Kakemîn Necar û berpirsê têkiliyên nîştimanî yên PDKê Ehmed Kanî serdana mekteb siyasiya yekgirtûya îlsamiya Kurdistanê kir û ji aliyê Emîndarê giştî yê YIK Selahedîn Behadîn ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de behsa rewşa Kurdistan, deverê û metirsiyên piştî şerê dijî terorîstên DIŞIê hatin nîqaşkirin û her du alî tekez li ser girîngiya yekhelwestiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir daku Kurdistan bi yekrêzî û hêzeke zêdetir bikarêbe di pêşerojê de rûbirûyê her cure astendî û metirsiyekî bibe.
Di berdewamiya civîna han de behsa peyama dawî ya Serokê Kurdistanê yaku bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di nava prosesa siyasiya Kurdistanê de pêşkêş kiribû, kir û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime bi rih û canê lêbûrînê û hest kirin bi berpirsiyartiya dîrokî û ji bo ji nav birina astengiyan û gehêştin bi çareseriyek ku berejwendiyên gelê Kurdistanê tê de li serveya her tiştekî din bin, tevbigerin.
Di berdewamiya civîna han de her du alî behsa vê yekê kirin ku lazime part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi yek helwest û şandeke hevbeş beşdarî di danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin daku bi diyalog û awayekî aştiyane çarenivîsa pêşeroja têkilyiên navbera Kurdistan û Bexdayê were diyarkirin.
Top