Amerîka pesna rolê hêzên pêşmerge kir
Wezareta bergirîya Amerîka amara êrîşên esmanî yên hevpeymanîya navdewletî li Mûsilê kirîn, aşkere kir û têda hatîye; hevpeymanan ji 17ê çirya duyê ya sala borî heta niha pênsed û pêncî û heşt êrîşên esmanî dijî Daişê li Mûsilê kirîne, deh hezar û sed û pazde bombe li bingehên Daişê dane, 151 trumbêlên mînrêjkirî, 361 bingeh, 140 tonêl, û bi sedan cebxane û çekên terorîstan jinav birine.
Pentagon pesna rolê hêzên pêşmerge û supayê Îraqî di parastina sivîlan ji destpêka operasyonê heta niha kir û da zanîn; alîyê çepê yê Mûsilê bi temamî ji Daişê hatîye paqijkirin û hêzên pêşmerge û supayê Îraqî, bi rengekê pîşeyî sivîl parastîne.
War.tv
