• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka pesna rolê hêzên pêşmerge kir

Gulan Media January 25, 2017 Nûçe
Amerîka pesna rolê hêzên pêşmerge kir
Pentagon amara îêrşên esmanî yên hevpeymanîya navdewletî yên rojhelatê Mûsilê belav kir û pesna rolê hêzên pêşmerge û supayê Îraqê kir.

Wezareta bergirîya Amerîka amara êrîşên esmanî yên hevpeymanîya navdewletî li Mûsilê kirîn, aşkere kir û têda hatîye; hevpeymanan ji 17ê çirya duyê ya sala borî heta niha pênsed û pêncî û heşt êrîşên esmanî dijî Daişê li Mûsilê kirîne, deh hezar û sed û pazde bombe li bingehên Daişê dane, 151 trumbêlên mînrêjkirî, 361 bingeh, 140 tonêl, û bi sedan cebxane û çekên terorîstan jinav birine.

Pentagon pesna rolê hêzên pêşmerge û supayê Îraqî di parastina sivîlan ji destpêka operasyonê heta niha kir û da zanîn; alîyê çepê yê Mûsilê bi temamî ji Daişê hatîye paqijkirin û hêzên pêşmerge û supayê Îraqî, bi rengekê pîşeyî sivîl parastîne.

War.tv
Top