• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê Fransayê serdana gerîlayan kir

Gulan Media January 25, 2017 Nûçe
Serokê Fransayê serdana gerîlayan kir
Serokomarê Fransayê Framçois Hollande, li Kolombiyayê serdana gerîlayên Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) kir.

Serokomarê Fransayê Framçois Hollande ligel Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel û yek ji fermandarê FARCê Pablo Catatumbo li Kampa Caldonoyê serdana gerîlayên rêxistina navborî kirin.

Fransayê ji sedî 20 alîkariyên Yekîtiya Ewropayê yên bo pêvajoya aştiya Kolombiyayê pêşkêş kirî, dabû.

François Hollande ji bo paqijkirina mayinan û dîtina kesên di heyama şerî navxweyî yê Kolombiyayê de winda bûna soza alîkariyê da.

Herwiha Hollande amaje pê wê yekê kir ku pêvajoya aştiya Kolombiyayê ji bo hinek hevrikiyên din bûye model.

Pablo Catatumbo jî wiha got: “Serdana Hollande gelek girîng e. Piştevaniya Fransayê ya bo pêvajoya aştiyî, piştî îmzekirina rêkeftina aştiyê piştevaniya herî girîng e ji bo me.”

Gelê Kolombiyayê di Cotmeha 2016an de peymana ku di navbera hikûmetê û FARCê de hatibû îmzekirin bi referandumê red kiribû.

Herwiha hikûmet û rêxistina FARCê di 24ê Mijdarê de peymaneke nû îmze kirin û ev peyman di 30ê Mijdarê de di Meclisa Nûneran de hatibû qebûlkirin.

Rudaw
Top