• Sunday, 22 February 2026
logo

Trump vîzeyên Îran, Iraq û Sûriyê dide sekinandin!

Gulan Media January 25, 2017 Nûçe
Trump vîzeyên Îran, Iraq û Sûriyê dide sekinandin!
Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump derbarê koçberan de biryarên nû derdixe û herwiha dixwaze soza xwe ya hilbijartinê jî bicîh bike û li sînorê Meksîkayê dîwar çêbike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser navnîşana xwe ya taybetî ya twîtterê ragihand; “Sûbe ji bo ewlekariya nîştîmanî ya Amerîkayê rojekê giring e. Emê dîwarekê ava bikin.” Mebesta Trump dîwara li ser sînorê Meksîkayê ye, ku di dema hilbijartinan de propagandaya vê yekê kiribû.

Herwiha, biryar e îro Trump derbarê mijara penaberan de çend rênimayên nû îmze bike. Tê pêşbînîkirin, ku bi awayekî demkî li Amerîkayê mafê penabertiyê bê sekinandin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, biryarnameya ku dê ji aliyê Trump ve bê îmzekirin, rêya koçberan digre û herwiha rawestandina vîzeyê ji bo hemwelatiyên welatên Rojhilata Navîn yên weke Îran, Iraq, Sûriye, Lîbya, Somal, Sûdan û Yemenê jî li xwe vedigre.

Ev biryarên Serokê Amerîkayê kêmnetewên weke krîstiyan ên hemwelatiyên welatên misliman li xwe nagre.

Rudaw
Top