‘Bexdayê ti planek ji bo lihev kirinê li gel Herêma Kurdistanê nîne’
Endamê parlementa Kurdistanê, Dilşad Şeiban ji bo BasNewsê ragehand ku:”Ti hêviya me nîne ku Bexda budcê ji bo Herêma Kurdistanê bişîne ji ber vê yekê çûna şandê bo Bexdayê bê sûde çimkî Bexda xwediyê vê zihniyetê nîne ku li gel Herêma Kurdistanê lihev bikin. Niha jî tê gotin ku Bexda dixwaze bi hêzê, rêya şandina nefta Kurdistanê bigire.”
Wî parlementerî ev yeke jî got ku:”Dmeke ku Herêma Kurdistanê qerê şîrketan dide li divêya ku Bexda qerên şîrketan bide, niha jî wa baştire ku Herêma Kurdistaê hizra vê yekê bike ku nefta xwe ji bo derve bişîne û pareyê wê wergire û çaveriya Bexdayê nebe.”
Wi berpirsî herwaha got ku:”Hikûmeta Iraqê hêceta digere bi wan rêyê astenga j ibo şandina nefta Kurdistanê ava dike
basnews
