Sedir: Eger Amerîka vê xeletiyê bike divê 'Quds' were rizgarkirin
Serokê Tevgera Sedir a li Iraqê Muqteda Sedir daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde got: “Komkara Erebî di vê mijarê de yan bila gaveke cidî biavêje, yan jî bila xwe hilweşîne.”
Sedir di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku divê Saziya Hevkariya Îslamî helwesteke cidî bide nîşandan.
Herwiha Sedir amaje kiriye ku nûnerên Amerîkayê yên li Iraqê divê yekser bên dadan û hemû balyozxaneyên Amerîka û Îsraîlê yên li welatên îslamî bên girtin.
Muqteda Sedir di daxuyaniya xwe de dibêje “Her ku ew aşîtîxwaz bin, em jî li aliyê aşîtiyê ne. An na emê hemû deriyên xwe bigrin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêvajoya hilbijartinê de, ji Îsraîlê re soz dabû ku Balyozxaneya Amerîkayê veguhezîne Urşelîmê (Qudsê).
Trump di van demên dawî de ji rojnameyeke Îsraîlî re daxuyaniyek dabû û aşkere kiribû ku wî soza xwe ji bîr nekiriye û gotibû: “Ez ji soza xwe venagerim.”
rudaw
