• Sunday, 22 February 2026
logo

YE: Divê Hewlêr û Bexda kêşêyên xwe çareser bikin

Gulan Media January 24, 2017 Nûçe
YE: Divê Hewlêr û Bexda kêşêyên xwe çareser bikin
Balyozê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê Patrick Simon diyar kir ku piştî paqijkirina DIŞIê divê Hewlêr û Bexda pirsgirêkên siyasî yên di navbera xwe de çareser bikin.
Balyozê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê Patrick Simon diyar kir ku piştî têkçûna DIŞIê divê Hewlêr û Bexda kêşeyên navbera xwe de çareser bikin û got, "Ger ku Iraq û Kurdistan Yekîtiya Ewropayê jî di nav de, daxwaza piştgirî ya navdewletî dikin, divê di warê aborî û siyasî de pêşketinan pêk bînin. her wiha divê toleranseke niştimanî hebe, ku wê demê gelek alîkarî wê were pêşkeşkirin."
Dîplomatê Ewropayî Simon got, "Piştî têkçûna DIŞIê divê danûnstandin hebin û ji bo kêşeyên di navbera her du aliyan hene werin çareserkirin, divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo zêdetir bin."
Top