• Sunday, 22 February 2026
logo

Lijneya asayîş li parlamentoya Kurdistanê: Moleta damezrandina partiyekê ji PKKê re nayê dayîn

Gulan Media January 24, 2017 Nûçe
Lijneya asayîş li parlamentoya Kurdistanê: Moleta damezrandina partiyekê ji PKKê re nayê dayîn
Endameke parlamentoya Kurdistanê amaje bi vê yekê dike, her hewldaneke ji aliyê PKKê ve bo bidestxistina moleta ava kirina partî nabe pêkbê û hikûmet rê ji ava kirina partiyeke çekdarî nade.

Cîgirê serokê lijneya asayîş û encûmena xwecihî ya parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nikarin moleta partî ava kirinê vergirin, ji ber yasayê me de heye bi navê yasaya partiyan li herêma Kurdistanê û nabe çekdar be û partiya çekdar nabe, her partiyek bixwaze xwe ava bike, divê li Kurdistanê be û nabe çekdar be.’’

Herwaha got: ‘’Giringe partî nasnameya xwe diyar be, aşkeraye PKK dixwaze partiyekê ava bike ku tundiyê pê ava bike, eger hikûmeta Iraqê jî molet bide, em qebûl nakin, ji ber em agahdarin ku ew dixwazin kar li ser vê yekê bikin ku partiyekê ava bikin, lê nabe, ji ber yasayên me hene û divê li wezareta navxwe molet verbigrin.’’

Herwaha diyar kir Pêşmerge bi xwînê sînorên ku pirsgirêk li ser heye diyar kiriye û Şingal jî yek ji wane, her tiştek divê bi rêya wezareta navxwe ve pêkbê, nabe Bexda destverdanê bike, her hewldaneke ji Bexdayê bê kirin û bê agahdariya herêma Kurdistanê be, wek cehş li gel wê hewldanê danûstandin dê bê kirin.’’

Berî naha BasNewsê ragehandibû ku PKK kar dike ku partiyeke çekdar ava bike û bi rêya hikûmeta Iraqê jî molet verbigre.

Basnews
Top