PDK: Zehmet e îsal hilbijartin bên kirin
Endamê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ji Rûdawê re ragihand, ku wan ligel berpirsên hikûmetê axivine û biryar e ji bo amadekariyên hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiya herêmê bûdce bê veqetandin.
Adil eşkere kir, ku li ser vê yekê wan dest bi amadekariyan kiriye û dê di 6ê Mijdara 2017ê de hilbijartin bên kirin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ji bo amadekariyên hilbijartinê 12 rêveberên giştî damezrandiye û ew jî li gorî şayisteya partiyan hatine parvekirin.
Li gorî vê yekê 4 ji bo PDKê, 3 ji bo YNKê, 3 ji bo Tevgera Goran û partiyên Yekgirtû û Komela Îslamî jî her yek rêveberiyekê derdixin. Ji 12 reveberan 4 rêvebir dibin berpirsên osîsên bajaran.
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesrew Goran dibêje, ew ji bo hilbijartinan amade ne lê zehmet e îsal hilbijartin bên kirin.
Gorand dibêje; “Hê jî parlamento nehatiye çalakkirin û yasa jî nehatiye sererastkirin. Herwiha rewşa siyasî ya Herêma kurdistanê jî ne guncayî ye.”
Berpirsê Mekteba Hilbijartinê yê Komela Îslamî Hevjîn Omer jî diyar kir, ku ew îradeyekê cidî ji bo sazkirina hilbijartinan nabînin.
Heyama desthiladariya parlamentoyê di Mijdara 2017ê de bi dawî dibe. Komîsyona Bilind a Hilbijartinan di ber birêvebirina hilbijartinan de berbirs e. Rewşa siyasî guncaw be dê di dema xwe de hilbijartin bên kirin.
Rudaw
