Îraqê 31 tawanbar bidarvekir
Hikûmeta Îraqê ragîhand; sizayê bidarvekirinê li ser 31 kesan ji tawanbarên komkujîya serbazgeha Spayker hat bicîhînan û termên wan radestî nexweşxaneya Samera hatine kirin.
Herwesa hatîye: ew 31 tawanbar ji alîyê dadgehê ve hukmê bidarvekirinê derketîne, piştî hemû belgeyan desthebûna wan di komkujîya Spayker da selmandin.
Li Xezîrana sala 2014ê, rêxistina terorîstîya Daişê bi ser serbazgeha Spayker da li bajarê Tikrîtê girt, nêzîkî hezar û hefsed fêrxwazên kolîja serbazî têda bi kom gullebaran kiribûn.
War.tv
