• Sunday, 22 February 2026
logo

Dewleta Tirk cardin sînorê Rojava derbas kir

Gulan Media January 24, 2017 Nûçe
Dewleta Tirk cardin sînorê Rojava derbas kir
Arêtşa Tirk bi qasî sî metreyan derbasî xaka gundê Kêl Hesanak bûye. Arêtşa Tirk guleyan li malên welatiyan dibarînin.
Artêşa Tirk îro di saetên sibê de li herêma sînor a rastî gundê Kêl Hesenak a bakurê Tirbespiyê bi qasî 30 metreyan derbasî xaka Rojava bû.
Şervanên YPGʹê yên li nêzî herêmê têkildarî mijarê gotin ku Arêtşa Tirk ev demeke li wê herêmê tevgera xwe zêde kiriye û malên welatiyan bê navber gulebaran dikin.
Şervanê YPGʹê Dilbirîn Tirbspiyê ku li wê herêmê parstinê dike, got ku arêtşa Tirk a dagir ker ev demeke li ser sînor tevgera xwe zêde kirine û dixwazin di nava gelê herêmê de tirsê çêbikin. Tirbespiyê destnîşan kir ku arêtşa Tirk guleyan davêjin malên gundiyan û noqteyên YPGʹê yên wê herêmê û destnîşan kir ku arêtşa dagirker dê nikaribe vîna gelê Rojava bişkîne.
Arêtşa Tirk ev demeke li ser sînorê Rojava û Bakur ji destpêka şoreşa Rojava li ser sînor bi sedan welatî qetil kirine û birîndar kirine, herî dawî jî dewleta ku sînorê xwe ji çeteyan re vekiribû, dest bi çêkirina dîwar kiriye û bi vê yekê dixwaze gelê Rojava û Bakur ji hev qut bike.

Top