• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî: Îraq û Sûriya bi ti awayî navegerin ser rewşa berê

Gulan Media January 24, 2017 Nûçe
Serok Barzanî: Îraq û Sûriya bi ti awayî navegerin ser rewşa berê
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînek de behsa vê yekê dike ku nemimkune ku careke din Îraq û Sûriya vegerin ser rewşa berê û weke welatekî yekgirtî û navendî werin îdarekirin.
Serok Barzanî bi rojnameya El-Şerq El-Ewset a Erebî re axivî û got: Jikarbidûrxistina Wezîrê Maliyeyê Hoşyar Zêbarî li dijî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û operasyona Mûsilê pêk hatibû ta ku yê pêşî bixîne û ya dawî jî têk bibe ji bo ku Malikî vegere desthilatê."
Serok Barzanî li ser ihtimala ku Malikî careke din bibe serokwezîrê Iraqê wiha got: "Ez ê serxwebûnê ragihînim bêyî ku bi çi kesî bişêwirim. Çi dibe jî bila bibe. Qet ne pêkan e ku ez li Iraqekê bimînim ku Malikî tê de desthilatdar be.
Serok Barzanî pêşbîn kir ku piştgiriya DYAyê ji kurdan re, piştî hatina Trump jî berdewam bike û diyar kir ku ti destwerdaneke amerîkî di Iraqê de tine lê destwerdana Îranê di Iraqê de ya herî zêde ye.
Serok Barzanî diyar kir ku daxuyaniyên tîma Trump wiha Îran destnîşan dikin ku polîtîkaya Trump li dijî Îranê, berovajî ya Barack Obama, dê tund be.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku siyasetmedarên iraqî nekariye rêkeftin û lihevkirinekê di navbera xwe de pêk bînin û hevpariyeke rasteqîn ava bikin û wiha pê de çû: "Lewra baştir e ku em bibin cîranên hev ên baş".
Serokê Kurdistanê li ser rewşa Iraq got, "gelekî zehmet e, Iraq bibe wek berê" û herwiha diyar kir ku ithimala ku Sûriye vegere rewşa xwe ya berê jî, gelekî dûr e.

Top