• Sunday, 22 February 2026
logo

Milê çepê, bajarê Mûslê bi temamî hat azadkirin

Gulan Media January 23, 2017 Nûçe
Milê çepê, bajarê Mûslê bi temamî hat azadkirin
Wezareta Berevaniya Iraqê îro azadbûa temamiya aliyê çepê bajarê Mûsilê ragehand ku heyama zêdetir ji sê mehane şerê azadkirina parêzgeha Nînova destpê kiriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Iraqê ku wêneyek ji bo BasNewsê hatiye şandin tê de hatiye ku temamiya aliyê çepê bajêrê Mûsilê ji destê DAIŞê hatiye azadkirin.

Di berdewamiyê de amaje bi vê yekê jî hatiye kirin ku tenê ev yekê maye ku bi awayeke fermî ji aliyê fermandeyê giştî yê hêzên Iraqê vê rizgarkirin aliyê çepê bête ragehandin.

Bajarê Mûsilê dikeve Bakurê Iraqê û bajêr li du beşan pêk hatiye beşa çep û beşa rast, niha beşa çep ya bajêr bi temamî hatiye azadkirin ji destê DAIŞ ku DAIŞê li sala 2014 vê ew bajare bi temamî xistibû bin kontrola xwe de.

Basnews
Top