Amerîka bersiv da Erdogan: Ev gotin, me xemgîn dikin
Komeleya Karsazên Tirkiyê û Amerîkayê ji bo Konsola nû ya Amerîkayê ya li Stenbolê Jennifer L. Davis civîneke xwarinê li dar xist. Davis piştî civînê, pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû “Di derheqê rojhilata navîn de hin gotin tên ber guhên me ku ev gotin mirovan aciz dikin,” Jennifer L. Davis eşkere kir, ku ji bo Rojhilata Navîn pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê, divê baş bin.
L. Davis herwiha got: “Ramaneke ku `armanca Amerîkayê têkbirina berjewendiyên Tirkiyê ye` ne rast e û berjewendiyên me ên hevpar hene û rêya wê jî, ji îstîqrar û demokrasiyê re derbas dibe.”
Konsula Amerîkayê ya li Stenbolê herwiha diyar kir ku bihîstina van gotinan, wan xemgîn dike.
Rudaw
