• Sunday, 22 February 2026
logo

Qaymeqamê Şingalê: DAIŞê vê dûmahîkê 1200 jinên êzîdî ji Mûsilê derbasî Til Eferê kiriye

Gulan Media January 23, 2017 Nûçe
Qaymeqamê Şingalê: DAIŞê vê dûmahîkê 1200 jinên êzîdî ji Mûsilê derbasî Til Eferê kiriye
Qaymeqamê Şingalê daxwaz kir operasyonên taybet bo rizgarkirina jinên êzîdî yên li Mûsilê bên kirin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, li gorî agahiyên me piştî ku aliyê rojhilat ê Mûsilê hat azadkirin tîrorîstên DAIŞê derdora 1200 jinên êzîdî ji wir veguhestina bajarokê Til Eferê.

Mehma Xelîl her wiha got, em daxwazê dikin operasyonên taybet bo rizgarkirina wan revandiyan bên kirin.

Qaymeqamê Şingalê anî ziman ku heta niha tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewla rizgarkirina revandiyên êzîdî daye û got, mixabin hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî û yên ku behsa mafên mirov û jinan dikin, tiştek nekirine.

basnews
Top