• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî hejmara dawî ya şehîd û birîndarên şerê DAIŞê eşkere kir

Gulan Media January 23, 2017 Nûçe
Barzanî hejmara dawî ya şehîd û birîndarên şerê DAIŞê eşkere kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hejmara dawî ya şehîd û birîndarên şerê DAIŞê eşkere kir.

Serok Barzanî, ji rojnameya erebî ya Şerq el Ewset re gotiye, ji destpêka şerê DAIŞê de heta niha 1668 Pêşmerge şehîd bûne û 9 hezar û 725 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Barzanî her wiha gotiye, zêdetirî 15 hezar çekdarên DAIŞê jî di şerê Pêşmerge de hatine kuştin.

Serokê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin ku piştevaniya asmanî ya hêzên hevpeyman baş bûye lê bi qasî ku dihat xwastin çek bo Pêşmerge nehat şandin.

Basnews
Top