Trump- Netanyahu: Îran gef e!
Hat daxuyandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li ser têlefonê axivîn û mijara peywendiyên Amerîka-Îsraîlê û ewlekarî û îstiqrara Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Qesra Spî der barê axaftina Trump û Netanyahe da daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di axaftina li ser têlefonê da Trump qala peywendiyên herdu welatan ên di warê leşkerî, îstixbarî û ewlekariyê de kir û wiha hat gotin:
"Trump û Netanyahu destnîşan kirin ku ewê tevî mijara ku Îran gef e, li ser gelek mijarên cuda di peywendiyeke nêzîk de bin. Trump got ku ewê bêşert û merc piştevaniya ewlekariya Îsraîlê bike, têkoşîna dijî DAIŞ û rêxistinên radîkal ên din dê bibe yek ji pêşaniyên rêveberiya wî."
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku Trump û Netanyahû li ser meseleya Filîstîn-Îsraîlê jî rawestiyan û herwisa Trump got ku kêşe bi hevdîtinên di nabeyna herdu welatan de dikare were çareserkirin û Amerîka jî dê ji bo vê bixebite.
Hat radigandin ku Trump bo serê Sibatê Netanyahu vexwend Qesra Spî.
Piştî ku Donald Trump li Qesra Spî bicih bû, hat daxuyandin ku mêvanê wî yê biyanî yê ewil Serokwezîra Birîtanyayê Theresa May e.
Hat diyarkirin ku Mayê roja înê serdana Washingtonê bike û digel Trump bicive.
Rudaw
