Mesîhiyên Mûsilê: Tenê Herêma Kurdistanê dikare me biparêze
Îro nûnerên tevahiya ayînên Kurdistanî li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî civiyan.
Derheqê civînê de, berdevkê Wezareta Ewqafê Merîwan Neqşbendî ji BasNewsê re got, di civînê de nûnerê mesîhiyan diyar kir ku mesîhiyên deşta Neynewayê (Mûsil) dixwazin bi kurdan û Herêma Kurdistanê re bijîn, ji ber ku êdî baweriya wan bi cîranên ereb nemaye.
Merîwan Neqşbendî her wiha got, nûnerê mesîhiyan da xuyakirin ku tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare mafên mesîhiyan misoger bike, helget bi piştevaniya civaka navdewletî.
Basnews
