• Sunday, 22 February 2026
logo

Pêşmerge tevlî oparasyona Mûsilê dibe

Gulan Media January 23, 2017 Nûçe
Pêşmerge tevlî oparasyona Mûsilê dibe
Supasalarê berê yê Îraqê ragehand; hêzên pêşmerge dê pişikdarî operasyona kontrolkirina alîyê rastê yê bajarê Mûsilê bibin.

Di hevpeyvînekê da, Babekir Zêbarî supasalarê berê yê Îraqê got: hêzên pêşmerge dê pişikdarî operasyona kontrolkirina alîyê rastê yê bajarê Mûsilê bin û li sînorê deverdarîya Şingalê, dê hemû deverên Kurdî yên mane rizgar bikin û rê bo hêzên Îraqî veken ku ji wan deveran derbazî nava Mûsilê bibin, her wek pêşmerge li Xazirî jî, rê bo hêzên Îraqî vekirbû daku derbazî rojhilata bajar bibin.

Da zanîn jî: nabe hêzên Îraqî lezê di rizgarkirIna Mûsilê da biken, ji berku şerê alîyê rastê yê Mûsilê dê gelek bi zehmetir be ji yê alîyê çepê.

War.tv
Top