• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî: Malîkî bibe serokwezîr ez ê serxwebûnê ragihînim!

Gulan Media January 23, 2017 Nûçe
Barzanî: Malîkî bibe serokwezîr ez ê serxwebûnê ragihînim!
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî helwesta xwe ya derbarê egera serokwezîriya Nûrî Malîkî ragihand û got; “Eger ew bibe serokwezîrê Iraqê ez ê serxwebûna Kurdistanê ragihînim.

Serok Barzanî di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya Şarqil Ewset de behsa çendîn mijarên giring kir.

Li ser ji kar dûrxistina wezîrê darayî yê Iraqê Hûşyar Zêbarî ji aliyê parlamentoya Iraqê ve Serok Barzanî got; “Ev kar li dijî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ji bo têkbirina operasyona Mûsilê hate kirin. Bi wê armancê bû, ku Nûrî Malîkî careke din bibe serokwezîrê Iraqê.”

Derbarê egera hatina Nûrî Malîkî ya li ser hukim jî Mesûd Barzanî tekez kir; “Ew saeta Nûrî Malîkî bibe serokwezîr, bêyî ku ligel ti aliyekê bişêwirim ez ê serxwebûna Kurdistanê ragihînim û çi dibe bila bibe. Em li nav Iraqekaq ku Malîkî lê hikûm dike namînin.”

Serok Barzanî herwiha diyar kir, ku wî bi awayekê eşkere ji Ebadî û serkirdeyên Bexdayê re gotiye; “Di mijara hevpariyeke rastîn de Iraq serkeftî nebûye, lewma divê bibin du cîranên baş.”

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewama hevpeyvîna xwe de ragihand, ku pêwendiyeke baş di navbera berpirsên Herêma Kurdistanê û tîma serokê nû yê Amerîkayê Donalt Trump de heye û daxuyand, ku ew di wê baweriyê de ye, ku dê rêveberiya nû ya Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo kurdan berdewam bike.

Rudaw
Top