Hêzên Iraq sê kesan îşkence didin û dikujin
UNAMI di daxuyaniyekê de:”Daxwaz kir ku lêkolînê li ser vê girteya vîdeoyî ji aliyê dewleta Iraqê ve bê kirin ku di torên civakî de belav bûye.”
Herwaha Di raportê de behsa reftan hovane û kuştina sê kesan bi tometa endambûna DAIŞê ve ku li deverên azad kirî de bi dîl ketine destê hêzên ewlheî yên Iraqê tê kirin.
Îro di torên civakî de girtiyeke vîdeoyî belav bûye ku tê de hejmarek leşkerên artêşê û polîsên ferderalî sê kesan îşkence dikin û piştre dikujin.
Di girteya vîdeoyî de bi dehan leşker diyarin ku du otomobîlên leşkerî û medenî li gel wane û sê kesan bi tohemeta endamtî li rêxitia DAIŞê de radikêşin.
Her cend ku sê girtî lavahiyan li wan dikin û dibêjin ku ti peyvendiya wan li gel DAIŞê de nine lê belê leşker li berçavê hejmarek efserên artêşê û polîsên federal her sê kesan dikujin.
Basnews
