Berpirsekî ENKSê: YPG wek beşek ji rêjîma Sûriyê tevlî civîna Astanayê dibe!
Îro li paytexta Kazaxistan-Astanayê, civîn û diyaloga aliyên şerê Sûriyê dest pê dike. Şandeke ENKSê jî tevlî civînê dibe.
Endamê şanda ENKSê di civîna Astanayê de Ebdulhekîm Beşar ji televîzyona K24 re ragihandiye ku şanda ENKS dê di çarçoveya opozîsyona Sûriyê de tevlî hevdîtinan bibe.
Ebdulhekîm Beşar behsa tevlîbûna şanda HSDê jî kiriye û gotiye, şanda HSDê dê di çarçoveya şanda rêjîma Sûriyê de tevlî civînê bibe.
Tê zanîn HSD piranî ji şervanên YPGê pêk hatiye, di nav wan ereb û turkmen û mesîhî jî hen.
Di civîna Astanayê de Amerîka wek mêvan beşdar dibe.
Basnews
