45 zarokên DAIŞî di girtîgeha Duhokê ne
Rêxistina DAIŞê çekdarên xwe yên zarok weke “şêrên bicûk ên xîlafetê” binav dike. Di dema derbasbûyî de, beşek ji wan zarokan di nav pevçûnan de hatine kuştin, bejek ji wan jî ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Asayîşê hatine girtin.
Rêveberê Girtîgeha Çaksazî ya Nûciwanan û Jinan a Duhokê Zakî Salih Mûsa, amara sala derbasbûyî ya çaksaziyên girtîgehê ji Rûdawê re eşkere kir û got; “Di sala 2016ê de bi giştî 619 zarok û 217 jin bi tometên cuda hatine desteserkirin. Piraniya wan hatine dadgehkirin, hinek ji wan hatine azadkirin, hinekê din jî hatine cezakirin.”
Di nav wan de zarokên kurd jî hene
Zekî Salih Mûsa amara wan kesên bi tometa terorê hatine girtin jî eşkere kir û diyar kir; “Niha 68 zarok di girtîgehê de ne, ku 45 ji wan bi tometa terorê hatine girtin. Di nav wan de kurdên navçeyên nû hatine rizgarkirin hene. Kurdên şebek û herwiha zarokekî kurdê êzîdî jî girtî ye, ku beriya niha li Mûsilê DAIŞê ew kiriye misliman.”
Mûsa herwiha daxuyand, ku zarokên bi tometa DAIŞê hatine girtin tev de mejiyên wan hatine şûştin, lewma jî piraniya zarokan dema tên girtin poşman dibin lê zarokên DAIŞî dibêjin ew ne poşman in.
Rêveberê Girtîgeha Çaksazî ya Nûciwanan û Jinan a Duhokê dide xuyakirin, ku pêwîste hikûmet û rêxistinên navdewletî di vê mijarê de kar bikin, perwerde û hîndekariya hişyarkirinê herwiha yê derûnî ji bo van zarokan pêşbixin da ku hizra tundrewiyê ji serê wan bê derxistin.
DAIŞê goştê zarokan daye zarokan
Girtiyekî vê girtîgehê behsa helwesta zarokên bi tometa terorê hatine girtin dike û dibêje; “Zarokên kurd poşman bûne, ku DAIŞê ew bikar anîne. Lê zarokên ereb hê jî tund in.”
Zarokê girtî bi van gotinanan behsa rewşa zarokekî DAIŞî yê girtî dike:
“Ew zarok pir bi zehmetî diaxive. Ew dibêje DAIŞê goştê mirovan bi wî daye xwarin. Lewma ew tişt qet ji bîra wî naçe.”
Zekî Salih Mûsa dide zanîn, ku ji ber biçûkbûna cihê çaksaziyê ew neçar in zarokên bi tometa terorê hatine girtin û zarokên din ên girtî li heman cihê bigrin. Lê civaknasek vê yekê weke metirsî dizane.
Civaknas Ebdulcebar Ebdurehman di vê mijarê de ji Rûdawê re got; “Nabe ew zarokên bi tometa endamtiya DAIŞê û terorê hatine girtin, li gel zarokên din ên girtî bên tevlîhevkirin û di heman cihî de bimînin. Ji ber ku zarok û nûciwanên ji 18 salî biçûktir, bi hêsanî reftar, xislet û gotinên derdora xwe werdigrin.”
Rudaw
