Erkê nû yê pêşmerge parastina deverên azad kiriye
Piştî kontrolkirina herêmên Kurdistanî yên deşta Nînowayê, niha erkê Hêzên Pêşmerge hatiye guhertin. Pêşmerge ji hêzekî şerker bûye hêzekî parastin û xizmetguzariyê.
Fermandarê Fermandeya Zêrevanî yê Hêza Pêşmerge Ezîz Weysî re ragihand ku piştî, ku hemû navçeyên Kurdistanî yên deşta Nînowayê hatine kontrolkirin, niha erkê pêşmerge hatiye guhertin. Pêşmerge niha parastina sînorên Herêma Kurdistanê dike û herwiha ji bo kontrolkirina Mûsilê piştgirî dide Artêşa Iraqê.”
Weysî da zanîn, ku Hêzên Pêşmerge li herêmên hatine kontrolkirin xizmeteke zêde pêşkeşê nîştecihên wan devran kiriye û got; “Bi taybet di dagirtina valatiya ewlekariyê û pêşkeşkirina hemû xizmetguzariyan jî li ser bûdceya Fermandariya Pêşmerge hatine hatine kirin.”
General Ezîz Weysî herwiha got; “Bêyî ku cudahiya neteweyî û olî li ber çav bê girtin kolanan, projeyên avê, mizgeft, kilîse, huseyniye û qadên lîstokê hatine çêkirin. Ev tev de xizmetên mezin ên pêşmerge bûn, ku tev jî bi dokûman û bi belge ne.”
