• Sunday, 22 February 2026
logo

PAK: Lazime piştgîriya Serok Barzanî were kirin

Gulan Media January 22, 2017 Nûçe
PAK: Lazime piştgîriya Serok Barzanî were kirin
Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê,li rêveberiya bajêr bi beşdarbûna rêveber û endamên partiyê,li ser Komara Mahabadê û pêvajoya serxwebûna Kurdistanê konferansek lidarxist.
Serokê Giştî yê PAK'ê Mustefa Ozçelîk, di gotara xwe de ragihand ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn, bi piştgiriya Rûsyayê Kurdan fersendek bi dest xist û Komara Kurdistanê di sala 1946'an de îlan kiribû lê belê piştî ku Emerîka, Brîtanya û Rûsyayê li hev kir,miletê Kurd tenê hat hiştin û piştî 11 mehan, Komara Kurdistanê hat hilweşandin.
Ozçelîk got: "Neviyên Pêşewa Qazî Mihemed, îro careke din di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Heger em bixwazin wê rola Pêşewa bilîzin û ew alaya ku wî hildabû îro dîsa li Rojhilat hildin, divê yekgirtineke xurt were avakirin. Ev yekgirtina neteweyî ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê, divê bi piştgiriya dîplomasiyeke navnetewî baş were meşandin."
Di konferansê de Ozçelîk ragihand ku di vê serdemê de nexşeya Rojhilata Navîn tê guherandin û divê hemû partiyên siyasî yên Başûr berjewendiyên hizbî û şexsî bidin aliyekê û piştgiriya meşa serxwebûna Kurdistanê û Serok Barzanî bikin. Ozçelîk bang li rêveberî û fraksiyonên Rojavayê Kurdistanê jî kir ku li gorî rêkeftina Duhokê tevbigerin.Mustefa Ozçelîk, ji bo piştgiriya Kurdistanê û parastina destkeftiyên Kurdan daxwaza piştgiriyê ji Serokê nû yê Emerîkayê Danold Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî kir.
Top