Erdogan: Em qebûl nakin welatên herêmê werin parçekirin
Li gorî medyayên Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê serdana 3 welatên Tanzaniya, Muzambîk û Madagaskar ên li Afrîqayê bike.
Recep Tayyip Erdogan îro yekşemî 22ê Çileya 2017ê, berî destpêkirina geşta xwe ya bo Afrîqayê li Firokexaneya Navdewletiya Ataturk a Stenbolê konfransek rojnamevanî li dar xist û tê de ragihand, wan guh li hinek zanayariyên pêwendîdar bi dubare xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn bûye û got, ew yek Tirkiyê dilgiran dike.
Erdogan herwiha tekezî li ser dijatiya Enqerê li hember siyaseteke wisa ya ji bo dubare xêzkirina nexşeya deverê kir û got, ew weke Tirkiyê rê nadin senariyoyeke wisa were cîbicîkirin û ew dabeşkirina welatên herêmê qebûl nakin.
Erdogan wiha axivî: “Tirkiye bihêztirîn welatê Rojhilata Navîn e û bi ti awayî em nikarin çavê xwe li ser dubare dabeşkirina welatan û parçe parçe kirina Rojhilata Navîn bigirin, ku herêmeke germ e û gelek arîşe jî hene. Bêyî Tirkiyê jî ev senariyo nayê pêkanîn û serkevtî nabe. Em jî qebûl nakin, çimku ew yek bêrêzîkirine li hember welatên deverê.”
Derbarê veguhastina deshilatê li Amerîkayê û siyaseta nû ya Amerîkayê bi serokatiya Donald Trump de jî, Erdogan diyar kir, ew bi hûrî çavdêriya siyaseta nû ya rêveberiya Donald Trump, bi taybet di warê siyaseta û stratejiya nû ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn de, dikin.
Pêdeçûn û pêkanîna guhertinan di Destûra Tirkiyê de û encamdana referandumê li wî welatî, mijareke din a axavtina Serokomarê Tirkiyê di vê konfransa rojnamevanî de bû.
Recep Tayyip Erdogan di vê bareyê de jî ragihand: “Projeya yasaya pêdeçûna Destûra Tirkiyê bi awayekê serkevtî ji Parlamentoyê derbas bû. Niha di qonaxa referandumê de ye û gel dê biryara xwe ya dawîn bide. Hevdem Serokomariya rêberê partiyeke siyasî yek ji wan modêlên nû ye ku xelk pêşwaziyê lê dike û tiştekî giring e, çimku Tirkiye ber bi qonaxeke nû ya sîstema deshilatê ve dibe.”
Di bersiva pirsyara, aya meha dahatî bangeşeyên (propagandayên) siyasî bo referandumê dê werin kirin yan na, û aya hûn dê tê de beşdar bin, Erdogan wiha axivî:
“Ev mijar taybet e bi posta Serokoamr û ez jî weke Serokomar bêguman tê de beşdar dibim, ez dê rewşê ji hemû aliyên vê ve zelal bikim, lê belê heta niha me biryar nedaye, kengê û li kuderê û çawan em beşdariyê bikin.”
Rudaw
