Dewleta Qanûnê gefa bikaranîna hêz li dijî Herêma Kurdistanê dixwe!
Serkirdeyekî şîe yê Dewleta Qanûnê ya Iraqê bi navê Xelef Ebdulsemed di daxuyanieke rojnamevaniyê de ragihandiye, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hember “zeftkirina bîrên petrolê ji aliyê Pêşmerge ve“ xemsar bûye.
Wî serkirdeyê Dewleta Qanûnê her wiha gotiye, divê hikûmeta Iraqê di demek kurt de wê kêşeyê bi Herêma Kurdistanê re çareser bike. Eger Bexda neçar ma dê hêz bikar bîne!
Derheqê gefên wî serkirdeyê Iraqî de, parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Îslam Husên ji BasNewsê re got, ew zilamê ku gef li Kurdistanê xwariye, kesekî nêzîkî Nûrî Malikî ye, kesekî şovenîst û darê destê Malikî ye.
Îslam Husên her wiha got, Malikî û yên derdora wî daxuyaniyan li dijî Herêma Kurdistanê û dixwazin bi vê yekê fişarê bixin ser Herêma Kurdistanê. Ew dixwazin binketina xwe veşêrin, ji ber ku haya me jê heye Dewleta Qanûnê çi pilanek li dijî Herêma Kurdistanê daniye.
Wî parlamenterê kurd da xuyakirin ku pilana Dewleta Qanûnê li dijî Kurdistanê ciddî ye û got, ew dixwazin navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê xera bikin. Ew gefa standina bîrên petrolê dikin lê em guh nadin wan tehdîdan.
Basnews
