• Sunday, 22 February 2026
logo

YPG: Şervanekî me yê amerîkî şehîd bû

Gulan Media January 22, 2017 Nûçe
YPG: Şervanekî me yê amerîkî şehîd bû
YPGê ragihand, şervanekî wan ê bi esil amerîkî di şerê kontrolkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyeke nivîskî de, şehîdbûna şervanekî xwe yê bi esil amerîkî aşkere kir.

YPGê ragihand, ku şervanê wan ê bi navê Paolo Todd, ku navê wî wî kod Kawa Amed bûye, di operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya bo kontrolkirina bajarê Reqayê de şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê, di berdewamiya operasyonên li dijî DAIŞê de, roja 15ê Çileya 2017ê, şervanê YPG yê bi esil ji Amerîkayê Paolo Todd di şerê li gundê Siwêdiyeya Biçûk de, jiyana xwe ji dest daye.

YPGê herwiha daye xuyakirin, Todd ji dayikbûyê bajarê Los Angelos a Amerîkayê ye, û navê dayika wî şervanî Rachel Todd û navê bavê wî David Todd e.

Rudaw
Top