• Sunday, 22 February 2026
logo

Şandeke piralî ji bo serxwebûna Kurdistanê diçe Bexdayê

Gulan Media January 22, 2017 Nûçe
Şandeke piralî ji bo serxwebûna Kurdistanê diçe Bexdayê
Ji bo axaftina mijara serxwebûna Kurdistanê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.

Şanda ku dê biçe Bexdayê, ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Goran, Yekgirtû, Komel, Tirkmen, Kildan û ji Aşûriyan pêk tê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Divê bê axaftin ku dê siberoja vî welatî çawa be û dê çawa bê rêvebirin. Him bi xweserî û him jî bi federalî me nekarî li vî welatî bi hev re bijîn. Nexwe niha dê çawa be?”

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibêjim ku em dikarin bibin du dewletên cuda û du cîranên baş. Şanda me ji bo axaftina serxwebûnê, diçe Bexdayê.”

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand, “Şanda hikûmetê, ji her pênc partiyên siyasî pêk tê û herwiha nûnerên Kildan, Aşûrî û Tirkmen jî hene.”

Hate eşkerekirin ku biryara pêkanîna şanda navborî, di civîna PDK û YNKê de hatiye dayîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdanên xwe yên Bexdayê de, mijara serxwebûnê ji berpirsyaran re bi awayekî fermî ragihandibûn, lê belê ev şand, di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dê hevdîtinên bo serxwebûnê pêk bîne.

Rudaw
Top