Li Ormiyê du kurdên din hatin îdamkirin
Duh danê sibê hat ragihandin ku 2 girtiyên kurd li zîndana Ormiyê de, bi hêceta bazirganiya madeyên hişber hatine îdamkirin.
Ew girtiyên ku hatine îmdakirin, navê yekê Sîna Husênpûr û navê yê din jî Qiblelî Merdanî bûye.
Girtiyên han û girtiyekî din bi navê Pêyman Zarizade duh bo îdamê derbasî qerentînê hatibûn kirin her wiha malbatên wan bi wan re hevdîtin kiribûn û xatirê xwe ji wan xwastibûn. Lê ji wan girtiyan, 2 kes hatin îdamkirin yê din jî vegerandin zîndanê.
Li gorî agahiyên Navenda Demokrasî û Mafên Mirov ya Kurdistanê, girtiyê bi navê Qiblelî Merdanî, di nigê xwe de seqet bûye û li ser kursiya tekerdar (wîlçêr) birine ber dara îdamê!
Basnews
