• Sunday, 22 February 2026
logo

Şingalî hikûmeta Iraqê sûcdar dikin

Gulan Media January 22, 2017 Nûçe
Şingalî hikûmeta Iraqê sûcdar dikin
Serokê civata şingalê diyar kir ku Bexda tawabare li hemberî vê zilm û zora ku li xelkê Şingalê tê kirin em ê serdana Bexdayê bikin ji bo standina helwesta dawiyê ya Bexdayê li ser mijara Şingalê.

Serokê Civata Şingalê Weys Nayîf ji bo BasNewsê diyar kir ku:”Em ê bi rijdî kar bikin ku Bexda helwesta xwe derheqê Şingalê de eşker bike. Her li destpêka êrîşê 03.08.2014ê heta niha Bexdayê ti helwestek li ser Şingalê tinebûye û ev yeke cihê matmayînê ye em ê kar bikin ku Şingal bi fermî li Bexdyê cuda be û em li ser Bexdayê nemînin, ev yeke armanca me ya serekeye ji bo serdana Bexdayê. Niha em kar dikin ku vê helwesta xwe di demeke nêzîk de ji bo Bexdayê eşker bikin.”

Wî berpirsî herwaha eşkere kir ku:”Civata Şingalê li gel hemû dem û dezgehên deverê û parlementerên Şingalê di civata Nûnerên Iraqê de birya dane ku serdana Bexdayê bikin ji bo çêkirina zextekê li ser Hikûmeta Iraqê.

Basnews
Top