• Sunday, 22 February 2026
logo

Partiya Beis li Rojavayê Kurdistanê dest bi civînan kir

Gulan Media January 22, 2017 Nûçe
Partiya Beis li Rojavayê Kurdistanê dest bi civînan kir
Endamê Qiyadeya Qutirî ya partiya Beis ya Sûriyê Xelef El Muftah li bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistan dest bi civînên hizbî yê partiya xwe kir.

Xelef El Muftah ligel Şandeke pilebilind a partiya Beis a Sûriy duh gihşt balafirxaneya Qamişlo û îro li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê dest bi kongreyên xwe yên hizbî kirin.

Endamê Serkirdatiya Qutrî ya Partiya Beis, Dr Xelef Elmuftah ji Rûdawê re ragihand, ku civînên wî li Qamişlo û Hesekê berdewam dikin, û di cîvînên îro de, ku bidawî hatin, behsa çawaniya xurtkirina artêşa hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê li parêzgeha Hesekê hat kirin.

Serdana berpirsên partiya Beis û Hikûmeta Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê û bajarên kurdî di demekê de ye, ku ew herêm di bin desthilata ‘Rêveberiya Xweser’ de ye, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ku herî dawî di Kongreya Rimêlanê de, navê wê herêmê bi ‘Federaliya Bakurê Sûriyê’ hat guherandin.

Rudaw
Top