• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîkayê binkeyeke nû a leşkerî li Kurdistana Rojava de ava kir

Gulan Media January 22, 2017 Nûçe
Amerîkayê binkeyeke nû a leşkerî li Kurdistana Rojava de ava kir
Amerîkayê li başûrê bajarê Hesekê li Kurdistana Rojava de binkeyeke leşkerî ya nû ava kir û sedan leşkerên taybet yên Amerîkî bi alav û amûrên leşkerî tê de biçih kirin.



Jêderekî/ê li HSD(Hêzên Sûriya Demokrat) ji bo BasNewsê ragehand ku:”Çend roja berî niha li nişkave Hêzên Kurdî navenda leşkerî(Telbîdr)li başûra Hesekê colkirin û hêzê û amûrên leşkeriyê xwe ji bo navendekî din veguhestin.”



Jêderî/ê ku nexwastiyê navê xwe eşker bike got ku:”Navenda hemahengiya Amerîkayê li Kurdistana Rojava, binkeya Telbîdr kiriye binkeya xwe ya nû û nêzîkî 800 komadoyên Amerîkî cuda li çek û teqemenî û kesên ku perwerdeyên leşkerî didin tê de biçih kirine .”



Jêder behsa vê yekê jî dike ku:"Binkeya leşkeriya nû ya Amerîkayê di çeroçoveya şerê Dêrezorê de ye û herweaha ji bo pêşêşkirnia pêştevanî û beşdarbûn li şerê Reqayê de ye.”



Berî niha Amerîkayê çend binkeyên leşkerî û şûnên rûniştina helîkoptêran li çend şûnên cuda li Kurdistana Rojava wek Kobanê, Eyn Îsa, Rimêlan û Rîfa Hesekê ava kirine.



basnews
Top