Rojnamevanekî Tirk: Çi xewn? Kurdistan rastî ye!
Di gotara xwe de Ozkok, bi taybetî li ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di Korbenda Davos de rawestiya ye, bi taybetî hevpeyvîna wî ya di rojnameya “Washington Post” de girtiye dest.
Ozkok diyar dike, ku editora rojnameyê Lally Weymouth yek ji navdartirîn rojnamevanan e û mêvanek taybet a Davos bûye. Hevpeyvîna wê li gel Barzanî deng da ye û Weymouth bi xwe ji hevpeyvîna xwe gelek serfîraz bûye û gotara xwe bi rêya medya sosyal ve gihandiye hawîrdorek berfereh a naskirên xwe.
Serokê Herêma Kurdistanê bi awayek zelal bersîvên Weymouth dane û ragihandiye “Dem a axaftina Serxwebûna Kurdistanê hatiye. Niha ne tenê gotin û xeyal e, Kurdistan rastî ye!”
K24
