• Sunday, 22 February 2026
logo

Rojnamevanekî Tirk: Çi xewn? Kurdistan rastî ye!

Gulan Media January 22, 2017 Nûçe
Rojnamevanekî Tirk: Çi xewn? Kurdistan rastî ye!
Rojnamevanê navdar ê Tirk Ertugrul Ozkok, ku yek ji beşdarên Korbenda Navneteweyî ya Davosê bûye, di rojnameya Hurriyet de di bin navê “Çi xewn? Kurdistan rastî ye!” gotarek nivîsandiye.

Di gotara xwe de Ozkok, bi taybetî li ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di Korbenda Davos de rawestiya ye, bi taybetî hevpeyvîna wî ya di rojnameya “Washington Post” de girtiye dest.

Ozkok diyar dike, ku editora rojnameyê Lally Weymouth yek ji navdartirîn rojnamevanan e û mêvanek taybet a Davos bûye. Hevpeyvîna wê li gel Barzanî deng da ye û Weymouth bi xwe ji hevpeyvîna xwe gelek serfîraz bûye û gotara xwe bi rêya medya sosyal ve gihandiye hawîrdorek berfereh a naskirên xwe.

Serokê Herêma Kurdistanê bi awayek zelal bersîvên Weymouth dane û ragihandiye “Dem a axaftina Serxwebûna Kurdistanê hatiye. Niha ne tenê gotin û xeyal e, Kurdistan rastî ye!”

K24


Top