DUHOK – Di bûyera trafîkê de 7 endamên malbatekî mirin
Li ser rêya navçeya Kelekê ya Hewlêrê û navçeya Berdereşa Duhokê otomobîlekê cure Opel û barhilgirek li hev qulupîn.
Di encama vê bûyerê de 7 endamên malbatekî yê ji gundê Kewnabakîna Berdereşê bûne qurbanî.
Rêveberê Polîsên Berdereşê Zekî Koçer ji Rûdawê re got; “Mixabin ev buyer rast e. Ev rê pir nexweş e û bi berdewamî bûyerên trafîkê li ser vê rêyê diqewimin.”
Rêveberê Polîsên Trafîkê yê Berdereşê Nizar Remezan jî got; “Di bûyerê de şofêrê Opelê, dayik û hevjîna wî, ligel 4 zarokên wî jiyana xwe ji dest dane.”
Remezan da zanîn, ku şofêrê barhilgirê jî piştî bûyerê xwe radestê polîsan kiriye.
