• Sunday, 22 February 2026
logo

DUHOK – Di bûyera trafîkê de 7 endamên malbatekî mirin

Gulan Media January 22, 2017 Nûçe
DUHOK – Di bûyera trafîkê de 7 endamên malbatekî mirin
Demjimêr 10:30ê şeva derbasbûyî (21-01-2017), li ser rêya giştî ya navçeyên Berdereş û Kelekê, ji ber bûyerekê trafîkê 7 endamên heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Li ser rêya navçeya Kelekê ya Hewlêrê û navçeya Berdereşa Duhokê otomobîlekê cure Opel û barhilgirek li hev qulupîn.

Di encama vê bûyerê de 7 endamên malbatekî yê ji gundê Kewnabakîna Berdereşê bûne qurbanî.

Rêveberê Polîsên Berdereşê Zekî Koçer ji Rûdawê re got; “Mixabin ev buyer rast e. Ev rê pir nexweş e û bi berdewamî bûyerên trafîkê li ser vê rêyê diqewimin.”

Rêveberê Polîsên Trafîkê yê Berdereşê Nizar Remezan jî got; “Di bûyerê de şofêrê Opelê, dayik û hevjîna wî, ligel 4 zarokên wî jiyana xwe ji dest dane.”

Remezan da zanîn, ku şofêrê barhilgirê jî piştî bûyerê xwe radestê polîsan kiriye.
Top