• Sunday, 22 February 2026
logo

Parêzgarê Kerkûkê behsa bîranîna xwe ya li gel Mele Mistefa Barzanî dike

Gulan Media January 21, 2017 Nûçe
Parêzgarê Kerkûkê behsa bîranîna xwe ya li gel Mele Mistefa Barzanî dike
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm behsa bîranînekê xwe yê ligel Mele Mistafa Barzanî dike û dibêje; “Me bi hev re encamên hilbijartinên 1976ê şopand. Wî pir dixwest Jimmy Carter serbikeve.”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re behsa bîranîneke xwe yê li gel Mele Mistefa Barzanî yê nemir li Amerîkayê kir û got; “Yekmîn car min guhertina serokatiya Amerîkayê di sala 1976ê de dît. Wê demê ez û Mihsin Dizeyî li Amerîkayê ligel cenabê Mele Mistefayê nemir bûn. Me heta derengiya şevê temaşeyê encamên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê dikir. Encam demjimêr 02.00ê şevê eşkere bûn.”

Kerîm diyar kir, ku Mele Mistefa Barzanî pir dixwest Jimmy Carter bibe serokê Amerîkayê û û wiha axivî:

“Ji ber ku di dema serokatiya Gerald Ford de Peymana Cezaîrê hatibû îmzekirin. Lewma Mele Mistefa Barzanî dixwest Carter serbikeve. Piştî serkeftina Carter Mele Mistefayê nemir nameyek ji bo wî rêkir. Di nameyê de behsa gelê kurd kir û herwiha behsa piştî birîna alîkariyên Amerîkayê û rewşa kurdan kir.”

Kerîm diyar kir, ku dê Trump ji serokên din ên Amerîkayê cudatir be û got; “Trump beriya niha di nav dewletê de kar nekiriye û di hikûmetê de kar nekiriye. Gotinên wî jî cuda ne. Dema gotinek li hember wî tê kirin yek ser bersiv dide.”

Necmedîn Kerîm balkêşa ser wê yekê ku Trump di dema hilbijartinan de behsa hevkariya ligel kurdan jî kiriye û daxuyand, ku dibe di siyaseta rêveberiya nû ya Amerîkayê de guhertin bên kirin, pêwendî bihêztir bin.

Parêzgarê Kerkûkê pêşbînî kir, ku di dema serokatiya Trump de siyaseta derve û aboriya Amerîkayê de guhertin çêbibin.

Rudaw
Top