• Sunday, 22 February 2026
logo

Pentagon: Li Sûriyê herî kêm 100 çekdarên El Nusrayê hatin kuştin

Gulan Media January 21, 2017 Nûçe
Pentagon: Li Sûriyê herî kêm 100 çekdarên El Nusrayê hatin kuştin
Firokeyên şer yên bê pîlot li Sûriyê li kampên Cebhet El Nusrayê dan, herî kêm 100 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, şeva borî firokeyên şer yên bê pîlot li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê li kampên çekdarên Cebhet El Nusrayê dan.


Li gorî agaihyên Pentagonê, di wê êrişê de herî kêm 100 çekdar hatin kuştin.


Pentagonê her wiha daye zanîn ku beriya wê êrişê, firokeyên şer yên bê pîlot li Lîbyayê li DAIŞê dabûn û zêdetirî 90 çekdarên wê rêxistinê kuştibûn.

basnews
Top