Bayram Bozyel: Em daxwaza destûreke demokratîk û fedral dikin
Partiya Sosyalîsta Kurdistanê PSK li Amedê derheqê Destûra Bingehîn ya nû de komcivînek çêkir û xwest destûra bingehîn ya Tirk bi awayekî demokratîk û federal bê avakirin.
Berdevkê PSKê Bayram Bozyel got:"Pêwistiya Tirkiyeyê bi destûrek demokratîk û federal heye ku çênabe ev pêwistî ji bo dîrokên dûr bê taloqkirin."
Bozyel rewşa siyasî ya doza kurd jî bibîr anî û wiha got:"Encax em dikarin ji rewşa tundûtijiyê ya doza kurd bi vê rêbazê derkev in."
Berdevkê PSKê Bayram Bozyel her wiha amaje bi sîstema federal kir û got: "Sîstemeke federal ku hemû derdorên cida cida dê bikaribin xwe di bin sîwana wê de biparîzin, dê ev system bo çareserkirina doza kurd jî bibe rêbazeke demokratîk."
