• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Babê êriş: 5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Gulan Media January 20, 2017 Nûçe
Li Babê êriş: 5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li herêma Babê ya Sûriyê êrişî leşkerên Tirkiyê hat kirin û di encamê de 5 leşker hatin kuştin.

Duh înê 20ê Çileya 2017ê li navçeya Babê ya li bakurê rojhilatê bajarê Helebê li dijî leşkerên Tirkiyê êrişek pêk hat.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya hewlên Artêşa Tirkiyê bo kontrolkirina bajarê Babê yê Sûriyê de, çekdarên DAIŞê bi otomobîleke bombekirî êrişî leşkerên Tirkiyê kirin.

Di encama êrişê de, 5 leşekrên Tirkiyê hatin kuştin û 9 leşkerên din jî birîndar bûne.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê daye xuyakirin, ku êrişa DAIŞê ya li dijî hêzên Tirkiyê yên li derdora Babê îro saet 13:40ê nîvro qewimiye.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Tirkiyê, her 5 leşkerên piledar bûne û pileya wan Mulazimê Yekem bûye.

Di daxuyaniyê de nasnameya leşkerên kuştî jî hatiye aşkerekirin û hatiye gotin, ku Saim Topal, Bahattin Bakir, Emre Doruk, Ramazan Taşkin û Mete Can di êrişa îro ya DAIŞê de hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 24ê Tebaxa 2016ê ve destwerdana leşkerî li Sûriyê kir û operasyona xwe ya bi navê Mertala Firatê di nav axa Sûriyê da destpêkirin, ku îro ew operasyon derbasî 150emîn roja xwe bû.

Ji destpêka operasyona Mertala Firatê ve heta niha 54 leşkerên Tirkiyê di nava axa Sûriyê de hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê ragihandiye, ku bo piştgiriya hêzên çekdarên ser bi Artêşa Sûriya Azad û bo avakirina herêmeke ewle bo koçberên sûrî li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, dest bi operasyona xwe di nav axa Sûriyê de kiriye.

Di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de, Artêşa Tirkiyê heta niha bajarokên Cerablus, Erlarî û bi dehan gundên girêdayî wan bajarokan kontrol kiriye û niha nêzîkî bajarê Babê bûye û hewl dide ku wê navçeya stratejîk jî kontrol bike.

Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, ku yek ji armancên wan rêgirtin ji pevgirêdana kantonên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ye, ku YPG hewl dide wan bi hev ve girê bide.

Rudaw
Top