• Sunday, 22 February 2026
logo

Peyama hevxemiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawî ya Mamosta Mela Qadirê Gelale

Gulan Media January 20, 2017 Nûçe
Peyama hevxemiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawî ya Mamosta Mela Qadirê Gelale
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz malbata xwedê jêrazî Mamosta Mela Qadir Şêx Mihemed Siktanî naskirî bi Mela Qadirê Gelale

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdar û zanayê olî û niştîmanperwer, endamê desteya damezrênerê Yekîtiya Zanayên Olî û Qazî Şoreş û Endamê Lîjneya Bilinda Fetwayê Kurdistanê, Mamosta Mela Qadir Şêx Mihemed Siktanî naskirî bi Mela Qadirê Gelale gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û kesukarên we û mamostayên olî û hevalên Mamostayê xwedê jêrazî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Mamosta Mela Qadir bixe ber rehmeta xwe û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
20.01.2017
Top