• Sunday, 22 February 2026
logo

TIRKIYE - Êdî serokwezîr namîne

Gulan Media January 20, 2017 Nûçe
TIRKIYE - Êdî serokwezîr namîne
Doh êvarê xala 11emîn a destûra nû ya Tirkiyê jî li parlementoyê hat pejirandin û li gorî vê xalê, êdî wê serokomar weke serokdewlet bê binavkirin û wisa karên xwe bimeşîne.

Di çarçoveya destûra nû ya Tirkiyê de dengdanên di gera duyem a destûra nû de li Parlementoya Tirkiyê li ser 4 xalan deng hatin dayîn û her çar xal jî hatin pejirandin.

Li gorî van xalan, wê serokdewlet bikare serdozgeran hilbijêre, peywendiyên navxwe û derve destnîşan bike.

Her wiha hemû rayeyên serokwezîr jî derbasî serokdewlet dibin û êdî di wê sîstema nû de serokwezîrtî namîne û hemû karên wî ji aliyê serokdewlet bixwe ve tê birêvebirin ku bixwe hem serokdewlet e û hem jî serokwezîr e.

Rudaw
Top