• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî: Em rê nadin PKK xwe bi ser Şingalê de bisepîne

Gulan Media January 20, 2017 Nûçe
Barzanî: Em rê nadin PKK xwe bi ser Şingalê de bisepîne
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ew rê nadin PKK xwe bi ser Şingalê de bisepîne.

Serok Barzanî, ku bo civîna aborî ya Davosê çûye Swîsrayê, şeva borî derheqê rojevê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Barzanî li ser wê kirîza ku ji ber hebûna PKKê li Şingalê derketiye, got, hûn jî dizanin dema hat xwastin Pêşmerge biçe Kobanî, me Pêşmerge şand wir û Pêşmerge nehîşt Kobanî bikeve destê DAIŞê. Piştî ku erka xwe bicîh anîn me Pêşmerge vekişand. Divê PKK jî mîna Pêşmerge bike û ji Şingalê derkeve.

Serok Barzanî her wiha got, helbet divê xelkê Şingalê bixwe biryar bidin û çi biryarekê jî bidin emê piştgirî bikin. Lê em rê nadin PKK xwe bi ser Şingalê de bisepîne.

Li ser rewşa Kurdistana Rojava jî Serokê Herêma Kurdistanê got, ew nakokiyên ku li Rojava hene bandoreke gelekî xirab danîne ser rewşa wir. Li Rojava tîroreke sosret li hember wan kesên ku ne bi hêza desthilatdar re ne, tê meşandin. Bi giştî ez li bara Rojavayê Kurdistanê de geşbîn nînim.

Barzanî di bersiva vê yekê de ku gelo derî Rojava bo pêşmergeyên Rojava nehatiye vekirin, jî got, min gelek caran gotiye em naxwazin xwîna kurd bi destê kurd were rijandin. Ji ber wê yekê me nexwastiye em pêşmergeyên Rojava bişînin Rojavayê Kurdistanê. Eger me tiştekî wisa li ber çavan negirtiba me dê ji mêjve dikarîbû bişînin. Lê me gelekî sebir kir, sebra me jî sînorê wê heye.

Basnews
Top