• Sunday, 22 February 2026
logo

Tîma A ya Trump

Gulan Media January 20, 2017 Nûçe
Tîma A ya Trump
Serokê nû yê Amerîkayê bi fermî li ser kursiya serokatiyê rûdine. Biryar e îro Donald Trump sûnd bixwe û dest bi karê xwe bike. Ji niha ve navê wan kesên ku di rêveberiya Trump de li derdora wî kar bikin, eşkere bûne. Navê tîma A ya Trump wiha ye.




Mike Pence – Cîgirê Serok

Endamê berê yê Kongresê û Parêzgarê berê yê Indiana. Bi van herdu erkan 15 sal ezmûna wî ya siyasî heye. Dema parêzgar bû mijara herî zêde hat nîqaşkirin, qanûna azadiya olî bû. Li gor qanûnê, di dema sererastkirinên wergirtina kar ên eyaletê de, eger ji ber baweriyên olî nakokî ket navbera xwediyên kar, xwediyên kar dikaribûn pêbendê wan serrastkirinan nebin. Lê Apple jî ligel li gor gelek kompanyayan vê cudahî çêdikir. Pence, bi nerînên xwe yên Evangelist tê naskirin. Bi hemû awayekî piştgiriya şerê azadkirina Iraqê kiribû.




Michael Flynn – Şêwirmendê Ewlekariya Netewî

Korgeneralê xanenişîn e. Di navbera salên 2012-2014an de serokatiya îstîxbarata leşkerî kiriye. Berî vî erkê xwe li Iraq û Efxanîstanê erk wergirtiye. Di sateen dema hewldana darbeya 15ê Temûzê de li Amerîkayê axaftinek kiribû û gotibû ku rêveberiya Erdogan Tirkiyê ber bi Îslamiyetê ve dibe.





Rex Tillerson – Wezîrê Derve

CEOyê berê yê Exxonê ye ku konpanyayeke herî mezin a gaz û petrolê ye. Di sala 2013ê de nîşana Dewletê ya Rûsyayê wergirt û peywendiyên wî ligel Rûsyayê gelekî baş in. Li Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê bersiva hinek pirsan dabû û gotibû: “Tirkiye hevpeymanê me yê qedîm ê NATOyê ye. Rûsya ne hevpeymanekî heta hetayê ye. Loma divê em bidin pêşandan ku Rûsya ne hevpeymanê daîmî ye û hevpeymanê Tirkiyê Amerîka ye. Li ser pirseke din jî wiha bersiv dabû: “Dema em bên ser mijara DAIŞê ku gefa herî mezin e li beramberî me… Heta niha hevpeymanên me yên herî mezin Kurdên Sûriyê jî di nav de, divê em ji hêzên li herêmê koalîsyoneke nû ava bikin.”





General James Mattis – Wezîrê Berevaniyê

General Mattis wek “ Keşîşê Şerker” tê naskirin û nêzîka 40 salî di nav artêşê de kar kiriye. Sala 2003 û 2004ê di dema girtina bajarê Felûce yê Iraqê de yek ji fermandarên Amerîkayê bû. Mattis, li dijî rêkeftina atomî ya ligel Îranê bû û îdîa dikir ku rêveberiya Obama dema bi DAIŞê ve mijûl dibe Îranê ji bîr dike û gotibû: “Îslama Siyasî meseleyeke me ya bingehîn a ewlekariyê ye.”





Mike Pompeo – Serokê CIA

Li Kongreyê nûnerê Kansasê ye. Pompeo, piştî dibistana leşkerî diqedîne, bo demekê li ser sînûrê Rojhilatê Elmanya fermandariya tankan kiriye. Piştre perwerdeya hiqûqê dibîne, kompanyaya pîşesaziya ewlekariyê dadimezrîne lê dawî vê şirketê difroşe û derbasî sektora petrolê dibe. Piştre jî bû endamê Kongreyê. Yek ji wan kesan bû ku digot divê Amerîka guh li serkirdeyên welatên hevpeyman bigire. Sala 2014ê li Senatoya Amerîkayê dijî raporekê derket ku CIA bi îşkenceyê tohmetbar dikir û parastina CIAyê kir. Pompeo, kesekî wek dijberê kurtajê tê naskirin.





Jeff Sessions – Wezîrê Dadê

Bi helwêsta xwe ya dijî koçê tê naskirin. Sala 1986ê ji aliyê yek ji serokên berê Ronald Reagen ve wek dadmendê Federal hat berbijêrkirin, lê ji ber hiqûqnasên din dijî Sessions îfade dan ku axaftinên nîjadperestî dike, ji aliyê Kongreyê ve berbijêriya wê nehat pesendkirin. 21ê Tebaxa 2016 di bernameyekî televizyonê de gotibû: “Tirkiye ber bi hêleke xirab ve diçe. Tirkiye, ber bi îdeolojiya Îslamî diçe. Evna gelekî metirsîdar e, hêvîdar im wiha berdewam neke. Rêveberiya niha ya Amerîkayê ji bo vê yekê rawestîne qet tiştek nekir.”





General John Kelly – Wezîrê Ewlekariya Navxwe

Trump, wiha difikirî ku wî bike Wezîrê Derve. Piştî 50 sal di nav artêşê de sala 2016ê xanenişîn bû. Kelly, li Senatoya Amerîkayê dema bersiva pirsên derbarê sînorê Meksîkayê de didan bi uslubê xwe yê dijwar bala Trump kişand. Sedema kêfa xelkê ji Kelly re tê ew e ku di sala 2010an de kurekî xwe li Efxanîstanê ji dest dabû. Kelly, yek ji kesên payebilind ê Amerîkayê ye ku di şer de kurê xwe ji dest dide. Kelly, li dijî biryara Obama ya girtina Girtîgeha Guantanamo jî derketibû ku tê îdîakirin gelek êşkence lê tê kirin. Li gor Kelly, siyaseta Obama Îranê li Rojhilata Navîn bihêz dike.





Dan Coats – Serokê Îstîxbarata Netewî

Senatorê berê yê Indiana. Balyozê berê yê Amerîkayê li Berlînê. Wek karvedanekê ji ber amborgoya li ser Rûsyayê bi hinceta Ukraynayê, di sala 2014an de ketina wî ya Rûsyayê hatibû qedexekirin.





Stephen Bannon – Stratejîstê Serekî

Kevne Bankêr e. Yek ji rêveberên malpera Breitbart e ku bi dijminê biyaniyan û nîjadperesetî tê tohmetbar kirin.





Jared Kushner – Şêwirmend (Rawêjkar)

Zavayê Trump e. Bê meaş dê kar bike.





Nikki Haley – Nûnera Amerîkayê Li Neteweyên Yekbûyî

Li dijî pêşniyara Trump a derbarê astengkirina hatina penaberên Misilman derketibû, lê dîsan heman erk pê hat rasipardin.





Sean Spicer – Şêwirmendê Çapemeniyê (Ragihandin)

Ji sala 2011ê ve stratejîstê serekî yê Komîteya Netewî ya Komarîxwaza ye.





Betsy DeVos – Wezîra Perwerdê

Herçiqas di dema xwe de ji Trump re gotibe “ kesekî bêkêr” e jî, lê dîsan wek Wezîra Perwerdeyê hat destnîşankirin. Ji dêlva dibistanên dewlet û yên taybetî, ew parastina “dibistanên charter” dike ku ji aliyê pêkhate, dê û bavên xwendekar û mamosteyan ve tên damezrandin.


Rudaw
Top